• Tuesday, 02 July 2024
logo

Ev 5 roj in 5 kolber di bin reniya berfê de mane

Gulan Media January 24, 2021 Nûçe
Ev 5 roj in 5 kolber di bin reniya berfê de mane
Çavên kes û karên kolberên wendayî û xelkê gundê Koranê yê ser bi navçeya Somaya Urmiyê heya niha li hikûmeta Îranê bû ku hewlekê bide ji bo derxistina wan 5 kolberên ku çendîn rojin di bin reniya berfê de mane.

Lêbelê lê wek xuya dibe kesukar êdî ji hikûmetê bê hêvî bûne, daxwazê ji xelkê dikin ku bi her awayekê be xwe bigehînin navçeyên sînorî û tiştekê ji çarenivîsa wan 5 kolberan bizanin.

Mamê yek ji wan kolberan dibêje, “Biraziyê min ketiye bin berfê ev çend roj in. Ne dewleta Tirk û ne ya Îranê bi hawara me nayên. Ti rêyek li ber me nemaye. Em mecbûr in em gundî herin, me bikujin jî bila bikujin.”

Kesûkarên kolber, dibêje, “Em mecbûr in biçin, bila me bikujin, çareyek me nemaye.”

Biryar bû ku hevahengiyek di navbera rayedarên hikûmeta Îranê û hikûmeta Tirkiyê de he û hêzeke hevbeş ji aliyê bakûrê Kurdistanê ve biçe navçeya sînorî ya serbi bajarê gevera bakûrê Kudistanê, lê ew yek jî cîbicî nebû, Qaymeqamê Urmiyê ragihandiye, hewlîn wan ji bo hevahengiyê berdewam in.

Kesûkarê kolber dibêje, “Hemû zarok in 15-16 salî ne, zarokên me di bin berfê de mane, em daxwaza alîkariyê dikin.”

Kesûkarê kolber dibêje, “Em daxwaz dikin dewlet biçe cenazeyên me ji bin derxe ku milet rehet be.”

Xelkê Koranê çendîn rojin ku di rewşeke nediyar û neasayî de ne, ji ber ku ne hikûmeta Îranê rê dide bi wan çiayayan de derbasî bakûrê Kurdistanê bibin, ne ti îmkanat û desthilat di destên wan de ye ku bikarin bi xwe tişteke zelal ji çarenivîsa wan kolberan bizanin, ew dibêjin: Ti caran wan ewqasî xwe belengaz nedîtiye. Tevî ku ji navçeyên cuda yên Urmiyê jî xelik çûye wehara wan, lê li sînor rê li ber wan girtî ye.

Rûniştvanê avçeya Mirgewerê dibêje, “Em hatin biçin bo çiya, ew dewleta Tirkan red kir, nehêla xelk biçe, em dê bimînin ka dê çi bê kirin û biçin cenaze an jî bi saxî derxînin.”

Cihê ku ew 5 kolber ketine bin reniyê de, 15 kîlometran dûrî gundê sînorî yê Dirîşkê ye ku serbi bajarokê Gevera bakûrê Kurdistanê ye, navçeyeke çiyayî û dijwar e, di van rojên dawiyê de jî pêtirî metreke berfê li wê navçeyî bariye, lewra karê gerîn li pey wan 5 kolberan gelek zehmettir kiriye.

Rudaw
Top