• Tuesday, 02 July 2024
logo

Li Diyarbekirê 3 kesên din bi nifşê nû yê Koronayê ketin

Gulan Media January 24, 2021 Nûçe
Li Diyarbekirê 3 kesên din bi nifşê nû yê Koronayê ketin
3 kesên din li navçeya Licê ya Diyarbekirê bi nifşê nû yê Koronayê bûne. Bi vî awayî, ev nifşê nû yê Koronayê li 4 bajarên bakurê Kurdistanê hatiye tomarkirin.

Peyamnêrê K24î li Diyarbekirê diyar kir, 3 haletên din ên pêketina bi nifşê nû yê Koronayê li gundê Tilê yê navçeya Licê hat tomarkirin. Ew her sê kes ji yek malbatê ne ji ber wê yekê jî, ew gund bi temamî hatiye kerentînekirin.

Amaje bi wê jî, ew her sê pêketî bi ti kesî din re têkel nebûne û serdana derveyî Tirkiyê jî nekirine û niha rewşa wan cîgir e.

Peyamnêrê me diyar kir jî, berî 4 rojan nifşê nû yê Koronayê li navçeya Çinarê ya Diyarbekirê hatibû tomarkirin. Li Çinarê kesek û hevjîna wî pêketine û taxa ku ew lê dimînin, ji bo 14 rojan hatiye kerentînekirin.

Nifşê nû yê Koronayê bi rêjeya %70 zêdetir bileztir belav dibe û cara yekem di meha Îlona 2020an de li Brîtanyayê hat dîtin û piştre rêjeya pêketinê li wî welatî zêde bû û li çend welatên din jî belav bû. 1 vê mehê jî gihîştibû Tirkiyê.

Ji ber belavbûna wê nifşê nû yê Koronayê li Brîtanyayê, hejmarek welatan jî geştên xwe yên asmanî yên bo Brîtanyayê rawestandin.
Top