• Tuesday, 02 July 2024
logo

Mijara dadgehîkirina Trump bo Senatoyê tê şandin

Gulan Media January 23, 2021 Nûçe
Mijara dadgehîkirina Trump bo Senatoyê tê şandin
Roja duşemê mijara dadgehîkirina Donald Trump bo Senatoyê tê şandin.

Serokê Piraniya Demokratan Chuck Schumer li Senatoyê ragihand; ligel Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi axiviye û jê re ragihandiye; roja duşemê dê mijara dadgehîkirina Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump bo Senatoyê bişînin.

Chuck Schumer eşkere kir: “Li Senatoyê dê deng li ser wê yekê were dayîn ku gelo Trump were tawanbarkirin an na?”

Di 13ê Çileya 2021ê de Encûmena Nûneran a Amerîkayê bi tohmeta handana tundiyê û êrîşkirina ser Kongersa Amerîkayê, mijara lêpirsîna derbarê Donald Trump de pesend kir.

Serkirdeyê Komariyan Mitch McConnell daxwaz kir ku dadgehîkirina Trump heta meha bê, were paşxistin, da ku derfet bidin Trump parêzer werbigre û berevaniya xwe bike.

K24
Top