• Tuesday, 02 July 2024
logo

Hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li seranserê cîhanê 98 milyonan derbas kir

Gulan Media January 23, 2021 Nûçe
Hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li seranserê cîhanê 98 milyonan derbas kir
Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 98 mîlyonan borî. Li gor agahîyê ndawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 98 milyon û 100 hezar û 314 kes bi vîrusa korona ketine.
Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 25 mîlyon e. Li dû Amerîka bi 10,6 mîlyon pêketîyan Hîndistan, û li dû wê jî bi 8,7 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.
Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê pirtir ji 2 mîlyon kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 413 hezar û 583 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 215 hezar û 243 mirinan Brezîlya heye.
Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 98,786 kes bi vîrusa korona ketine û 4,803 kes bi wê mirine.

Basnews
Top