Çîroka welatiyê Kurd ku di teqînên li Bexdayê de jiyana xwe ji dest da
![Çîroka welatiyê Kurd ku di teqînên li Bexdayê de jiyana xwe ji dest da](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/559432Image1.jpg )
Xazî Hazim Mihemed ê temen 47 salî, xwediyê 5 zarokan bû û xelkê komelgeha Rizgarî ye li Duhok.
Mihemed 20 sal bûn karê bazirganiyê dikir, berhemên werzî yên Herêma Kurdistanê dibirin Bexdayê û bajarên din ên Iraqê.
Xazî Hazim Mihemed ku birayê mezin yê 7 xwîşk û 2 bira bû, duh di teqînên Bexdayê de jiyana xwe ji dest da.
Xwîşka Mihemed, Gelavêj Hazim dibêje, “Birayê min feqîr bû, ti pirsgirêka wî nebû, ji bo kar diçû Bexdayê û dihat, lê rizqê wî ket ber teqînê.”
Berî du rojan, Xazî Hazim Mihemed, li gel du kur, xal û kurxalekî xwe barekî gwîz, hingiv û mêwîj biribûn Bxdayê.
Di dema teqînê de li Meydana Teyeran ku serdana kiryaran dikir, li ber yek ji wan teqînan ket û jiyana xwe ji dest da.
Eyad Îslam, kurxalê Xazî Hazim Mihemed, dibêje, “Gotin here birine cumleya Esebye, rê nebû, ez jî bi peyatî çûm, min lê nêrî. Gotin Xazî Remezan li odê ye, min dît ku ser û lingên wî perçeyên teqînê lê ketibûn.”
Hevjîn û beşek ji endamên malbata Xazî Hazim Mihemed çûne Bexdayê bo vegerandina termê wî û daxwaz dikin Hikûmeta Herêma Kurdistanê asankariyê bo wan bike di dema veguhastina termê Mihemed de.
Rudaw