• Tuesday, 02 July 2024
logo

Tirkiyê hejmareke navçeyên Başûrê Kurdistanê bomberan kirin

Gulan Media January 22, 2021 Nûçe
Tirkiyê hejmareke navçeyên Başûrê Kurdistanê bomberan kirin
Firokeyên artêşa Tirkiyê îro hejmarek navçeyên ser bi parêzgehên Duhok û Hewlêrê ve bombebaran kirin û li gor zanyariyan 2 kesên sivîl di encama wan bombebaranan de birîndar bûne û ziyana maddî jî çê bûye.

Firokeyeke Tirkiyê îro zozanên gundê Gundejor li sînorê bajarokê Hacî Omeran a ser bi parêzgeha Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Rêveberê bajarokê Hacî Omeran, Ebdulwehab Mehmûd ji Rûdawê re ragihand: “Di vê demsalê de gund û navçeyên çiyayî yên Gundejor vala ne û di encama bombebaranê de ti zerara canî û malî çê nebûye.”

Bi gotina Ebdulwehab Mehmûd, Gundejor di demsalên buhar û havînê de avedan dibe, lê di payîz û zivistanan de gundî û kesên xwedî pez an cotkar lê nînin.

Rêveberê bajarokê Hacî Omeranê herwiha dibêje: “Rojhilatê gund li ber bombebarana firokeyeke Tirkiyê ketiye û bi hinceta hebûna gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wê derê bombebaran dike.”

Li gor gotina Ebdulwehab Mehmûd û muxtarê gundê Alane Ebdulla Hisên, firokeyên Tirkiyê li gundê Berderûx, binkeyeke gerîlayên PKKê bombebaran kiriye.

Hevdem li gundê Çîkan di bombebarana firokeyan de cihekî xwedîkirina ajelan bûye armanc ku nêzikî 400 serî pez tê de bûn.

Pêştir jî Gundejor çendîn caran ji aliyê Tirkiyê û Îranê ve hatiye topbaran û bombebarankirin, hinceta herdu welatan jî ew e ku pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê û gerîlayê PKKê lê ne.

Gundejor 15 kîlometran ji bakurê rojhilatê navenda qezaya Çomanê dûr e û herwiha nêzîkî 10 kîlometran jî ji gundê Zêve ya Pîranşarê li Rojhilatê Kurdistanê dûr e.

Herwiha li gundê Girî ser bi bajarokê Çemankê ve li parêzgeha Duhokê, ji ber bombebarana firokeyên Tirkiyê 2 kesên sivîl birîndar bûn.

Hemwelatiyê bi nave Mihemed Şêxzade dibêje, “Îro demjimêr 14.30 firokeyên şer ên Tirkiyê binkeyên PKKê bombebaran kirin. Mûşekek li nêzikî mala me ket, camên paceyên xanî şikestin û du birayên min bi navên Salih ê temen 10 salî û Îsmaîl ê temen 15 salî ji ber perçeyên came birîndar bûn.”

Rêveberê nahiya Çemankê Elind Emîr ji Rûdawê re ragihand ku ew herdu birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhastin û “karên pêwîst bo hatine kirin.”

Rudaw
Top