Parlamentoya Ewropayê derbarê Demîrtaş de biryarek pesend kir
![Parlamentoya Ewropayê derbarê Demîrtaş de biryarek pesend kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/559394Image1.jpg )
Di dema rûniştinê de Nûnerê Bilind ê Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell bi Wezîrê Dervê yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re hevdîtinek pêk dianî. Li ser navê Borrell endama berpirsa wekheviyê Helena Dallî piştî parlementeran axaftineke kir.
Dalli got, di raporta komîsyonê ya salane ya derbarê Tirkiyê de amaje bi wê yekê hatiye dan, ku YE dilgiraniyên xwe yên di derbarê rewşa mafê mirovan li Tirkiyê de gelek caran aniye ziman û ji bo nehêlana kêmasiyan jî pêşniyar pêşkêş kirine.
Dalli diyar kir ku Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê û Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME) biryar dane ku mafê Demîrtaş hatiye binpêkirin û tekez kir, biryarên di derbarê şaredarên HDPyî de cihê dilgiraniyê ne.
Piştî rûniştinê di Parlementoya Ewropayê de derbarê “rewşa mafên mirovan li Tirkiye, Demîrtaş û statuya girtiyên din ên siyasî” de pêşnumeya biryara hevpar a komên siyasî hat pesendkirin.
Parlamentoya Ewropayê daxwaz dike, ku divê demildest Selahattîn Demîrtaş serbest bê berdan, hat xwestin ku tawanên li dijî Yuksekdag û Demîrtaş werin rakirin û biryarên DMMEyê yên di derbarê doza Demîrtaş de hatin bibîrxistin.
Di biyarê de ji rayedar, sazî û endamên YE tê xwestin di têkiliyên bi muxatabên xwe yên Tirk re li gel doza Demîrtaş dozên di derbarê parêzvanên mafên mirovan, parêzer, rojnamevan, siyasetmedar û akademîsyenan de, di rojevê de bihêlin û piştgiriyê bidin van kesan.
Li gel Demîrtaş dozên di derbarê parêzvanên mafên mirovan, parêzer, rojnamevan, siyasetmedar û akademîsyen ji aliyê rayedar, sazî û endamên YE di têkiliyên bi muxatabên xwe yên Tirk re de di rojevê de bihêlin û di pêşnûmayê de hat xwestin piştgiriyê bidin van kesan.
Rudaw