Hesen Rûhanî: Trump mir û dawî bi jiyana wî ya siyasî hat
![Hesen Rûhanî: Trump mir û dawî bi jiyana wî ya siyasî hat](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/ruhani_333.jpg )
Trump îro postê Serokatiyê radest kir.
Piştî ku îro çarşem Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, dema pîwerdariya wî ya qanûnî bi dawî hat û Koşka Spî bicîh hêşt, Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî daxuyaniyek da.
Rûhanî di daxuyaniya xwe de ya derbarê Trump de ragihand ku Trump mir û dawî bi jiyana wî ya siyasî hat.
Rûhanî herwiha kêfxweşiya xwe ya li hember bi dawî hatina serdema Trump diyar kir û anî ziman ku eger Amerîka bixwaze derbarê Îranê de biryarek bide, vê demê Îran jî biryara pêwîst li hember Amerîkayê dide.