• Tuesday, 02 July 2024
logo

Li Bexdayê du teqînên mezin çê bûn: Bi dehan kuştî û birîndar hene

Gulan Media January 21, 2021 Nûçe
Li Bexdayê du teqînên mezin çê bûn: Bi dehan kuştî û birîndar hene
Li qada Teyeran a li Bexda ya paytexta Iraqê du teqînên xwekujî yên bihêz çêbûn û li gor agahiyên destpêkê, di encama teqînan de gelek kuştî û birîndar hene.

Peyamnêrê Rûdawê yê li Bexdayê, Mistefa Goran ragihand, teqîn di nava bazarê de bûne û li gor zanyariyan bi dehan kuştî û birîndar hene.

Berevaniya Sivîl a Bexdayê ragihand, di teqînan de 28 kes di teqînan de hatine kuştin û 73 kes jî birîndar bûne.

Berevaniya Sivîl a Bexdayê herwiha dibêje, awayê teqînan wê yekê nîşan dide ku DAIŞê ev teqîn pêk anîne.

Tîmên lêkolînê û hêzên Polîsê Federal gihîştine cihê teqînan.

Ji ber teqînan, rêyên çûn û hatinê bo navçeya Kesk a Bexdayê hatin girtin.

Bi gotina hin kesên nêzîkî cihê teqînan ku ji Rûdawê re axivîn, “piştî teqînê gelek kuştî û birîndar bi ambulansan rakirine nexweşxaneyê.”

Peyamnêrê Rûdawê dibêje, cihê teqînan li navenda Bexdayê ye û Polîs jî dibêje, ew “guman dikin ku bombên din li heman deverê hatibin danîn.”

Hemwelatiyekî 30 salî ku li qada Teyeran kar dike, ji Rûdawê re ragihand, me dengê teqînekê bihîst û em hemû reviyan. Piştî teqînê jî hêzên ewlehiyê hatin û gihîştin cihê bûyerê.

Heman hemwelatiyê diyar kir, ew bûyer destpêka hatina DAIŞê ne û di serdema DAIŞê de çê bûne û tekez dike, tenê xelkekî kasibkar û sivîl li vir in û ti hêzeke ewlehiyê li vir tune ye.

Rudaw
Top