Şêx Şamo: Revandina zarokên kurdên êzdî ji aliyê PKKê ve gelek pirsgirêk li dû xwe anîne
Şêx Şamo ji BasNewsê re ragehand, ew raportên behsa revandina zarokên kurdên êzdî yên ji aliyê PKKê ve dikin hemû rast in.
Şêx Şamo ragehand, em hemû dizanin PKK li Şingalê zarokên kurdên êzdî direvîne û dibe Qendîlê û piştre jî dibe bo eniyên şer.
Şêwirmendê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê yê karûbarên êzdiyan amaje bi hejmareke zêde ya zarokên kurdên êzdî yên revandî ji aliyê PKKê ve kir û got, revandina wan zarokan gelek pirsgirêkên civakî bo kurdên êzdî li dû xwe aniye.
Basnews