Hilbijartinên Îraqê hatin paşxistin
![Hilbijartinên Îraqê hatin paşxistin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/787678.jpg )
Roja sêşem civata wezîran ya Îraqê bi Serokatiya Serokwezîr Mistefa Kazimî civiya û di civînê de giftûgo li ser paşxistina hilbijartinên pêşwext hate kirin ku biryar bû di 6ê meha Hezîranê de werin lidarxistin.
Civata wezîran li ser daxwaza komîsyona bilind ya hilbijartinên Îraqê biryar daye daku hilbijartinên pêşwext yên Îraqê bo meha Cotmehê werin paşxistin.