• Tuesday, 02 July 2024
logo

Trump xatirê xwe xwest

Gulan Media January 20, 2021 Nûçe
Trump xatirê xwe xwest
Donald Trump gotareke tomarkirî belav kir û têde xatir ji xelkê Amerîka xwest, çend gotinên bihêz gotin û behsa kar û destkeftên her 4 salên rêveberiya xwe kir.

Donald Trump di gotara xwe de got, di demekê ku ew amadekariyên radestkirina desthilatê dike, ew bi şanazî li pêşiya xelkê Amerîka radiweste û amaje bi wê yekê kir ku metirsiya herî mezin ya li pêşya wan, jidestdana baweriyê bi xwe û jidestdana baweriyê bi mezinahiya niştîmanê ye.

Trump bê ku di gotara xwe de behsa navê Joe Biden bike, dibêje vê heftiyê dê serokekî nû were û ewê dua bikin ku serbikeve û Amerîka ber bi pêşve bibe.

Trump herweha diyar kir, wan ew karê ku ji bo wî hatibûn, kir û zêdetir jî û piştrast kir ku ti kes li Amerîka nayê jibîrkirin, ji ber ku her kes girîng e û dengê xwe heye.

Wî herweha behsa wê yekê kir ku ajendeya wî ne girêdayî Komariyan an Demokratan bû, lê bo hemû xelkê Amerîka bû. Trump amaje bi destkeftên rêveberiya xwe kir û got, wan hêza Amerîka ji hundir û derve vegerand, aboriyeke bihêz çêkirin û dubare hevpeymanên xwe çalakkirin ji bo ku rûbirûyî Çînê bibin.

Trump behsa peymanên aştiyê li Rojhilata Navîn kir û bi şanazî got, ew yekem serok e ji dema çend dehan ve, ku ti şerek nekir.

Serokê ku wilayeta wî temam bûye herweha behsa Çîn û Corona kir û got, wan di 9 mehan de vaksîna corona berhem anî, eger îdareyeke din bûya, eger hebû bi dehan sal dirêj bike.

Trump herweha behsa êrîşa ser avahiya Kapîtolê kir û got, ew nikarin çavê xwe li wê tundûtîjiyê bigirin û ew êrîşek bû li ser wî cihê ku hemû xelkê Amerîka şanaziyê pê dikin.

Serokê Amerîka berî demeke kurt biryareke lêborînê bo şêwirmendê berê yê Koşka Spî Stev Banon derxist.

Rudaw
Top