Wezareta Pêşmerge: Hêzên Hevpeyman du lîwayên din ên Pêşmerge pirçek dikin
![Wezareta Pêşmerge: Hêzên Hevpeyman du lîwayên din ên Pêşmerge pirçek dikin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/807431cd3e2b169c499443958f5c34b4_L.jpg )
Îro 19.01.2021ê Rêveberê giştî yê Rewşenbîrî û Hişyariya Niştimaniya wezareta Pêşmerge Lîwa Babekir Feqê Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di çarçoveya alîkariyên hêzên hevpeyman de bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de, derveyî pêdayîna çek û teqemenî û otomobîlên leşkerî û gelek cureyên teknolojîya leşkerî yên pêşkeftî ve, perwerde û rahênan û şêwirmendiya leşkerî bo hêzên Pêşmerge kirin û her berdewam jî dikin.’’
Herwaha got, wezareta Pêşmerge kar li ser damezrandina du lîwayên din ên Pêşmerge dike, ku di çarçoveya çaksaziyên wezaretê de ye, biryare bi navê lîwayên 13 û 15 bên rêkxistin. Hêzên hevpeyman jî soz dane temamê pêdivîyên leşkerî yên wan herdu lîwayan ew dê dabîn bikin.’’
Berpirsê wezareta Pêşmerge bal kêşa ser wê yekê jî ku hêzên hevpeyman berdewamin di şêwirmendiya leşkerî û gehandina awayê dawiyê yê perwerde û rahênana hêzên Pêşmerge, ev yek jî bandorekî baş dike li ser sazîbûna hêzên Pêşmerge û ava kirina pêkhateyekî yekgirtî ya niştimanî de.’’
Basnews