• Tuesday, 02 July 2024
logo

Li Bakurê Kurdistanê berfê bandoreke neyînî li jiyana xelkê kir

Gulan Media January 20, 2021 Nûçe
Li Bakurê Kurdistanê berfê bandoreke neyînî li jiyana xelkê kir
Ev çend e roja li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê berf dibare û berfa zêde bandoreke neyînî li ser jiyana rojane ya welatiyan dike.

Walîtiya Bedlîsê ragihand ku ji ber berfa zêde dibare li Wan, Mûş, Bedlîs û Sêrtê rê ji wesayîtên mezin re hatin girtin.

Di daxuyaniya Walîtiyê de hat gotin li herêmê û bajêr ji ber berfa ku zêde dibare rêyên Tetwan-Gewaş, Bedlîs-Elcewaz, Bidlîs-Xana Hewêl ji bo demekê ji wesayîtên mezin re hatin girtin.

Hat gotin ji bo ji wesayîtên din re pirsgirêk çênebe û rê neyên girtin divê şofêr guh bidin vê qedexeyê û heta ku tiştekî mecburî nebe bila welatî dernekevin ser rêyan.

Berfê rêya 37 gund û 6 mezreyên Sêrt û Şirnexê girt

Li Sêrt û Şirnexê piştî ku berf barî rêya 37 gund û 6 mezreyan hat girtin.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajarê Sêrtê Hîfzullah Canpolat diyar kir ku ji pêr bişev ve li bajêr berf dibare û li navçeya Berwariyê rêya 18 gundan hat girtin.

Hîfzullah Canpolat da xuyand, ekîb heta sibê xebitîn û ji bo vekirina rêya gundên Berwariyê hemû ekîb hatin seferberkirin.

Canpolat da zanîn ku ku li Şîrwan û navçeyên din jî berf bi navber barî û rêyên ku qismen hatin girtin, hatin vekirin.

Li Şirnexê berf barî û tengasî çêbû.

Stûriya berfê li navenda bajêr derket 15 santêman, li deverên çiyayî jî derket 30 santêmî.

Li bajêr ji pêr ve berf dibare û berfê rêya 2 gundên ser navendê, rêya 2 gundên navçeya Qilaban, rêya 15 gund û 6 mezreyên ser navçeya Elkê ve girt.

Ekîbên Şaredariya Şirnexê li navenda bajêr berfê davêjin û xwê direşînin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr û ekîbên Rêbejan jî berfa rêyan avêt û ji bo vekirina rêya gund û mezreyan dixebitin. Hin wesayît jî di rêyan de man.

Esnafên bajêr jî berfa pêşiya kargehên xwe avêt. Zarokan jî bi topên berfê leyîstin.

Li Şirnexê 65 kesên ku ji ber berfê di rê de asê mabûn hatin rizgarkirin

Li Şirnexê 65 kesên di nava 9 wesayitan de yên ku ji ber berfê di rê de asê mabûn, di encama xebateke 2 saetî ya ekîban de hatin rizgarkirin.

Ji ber berfa ku li Şirnexê bariya, rêya Şirnex-Sêrtê ji hatûçênê re hat girtin.

Welatiyên ku bi otomobîlên xwe di rê de asê mabûn bi telefonên xwe yên mobîl alîkarî ji hêzên ewlekariyê xwestin.

Ekîbên Rêveberiya Rêbejan û Îdareya Taybet a Wîlayetê piştî xebateke 2 saetî rê ji 65 kesên di nava 9 wesayitan de bû vekirin.

Li Dêrsimê stûriya berfê gihîşt metroyekê

Li navçeya Pulur a Dêrsimê ku zivistana wê gelekî zor derbas dibe stûriya berfê gihîşt metreyekê û welatî zihmetiyê dikişînin.

Li Pulur di navbera çiyayên Munzur û Mercanê de cî digre berf berdewam e. Li hin herêman stûriya berfê ji metreyekê derbas bû û li herêmên bilind gundî tengasiyê dikişînin.

Li navçeyê hin otomobîl û xaniyên yekqatî di binê berfê de man, welatiyên di malên ji axê hatine çêkirin de dijîn ji bo xaniyên wan tep nebin berfa li ser xaniyan avêtin.

Xwediyên pez û dewaran di şertên dijwar ê zivistanê de ji bo alifkirina heywanên xwe dixebitin.

Xwediyên pez û dewaran gurzên giha, çilo û kayê yên havînê li rexê govên xwe kirine lod ji binê berfê derdixin û didin ajalên xwe.

Ji ber berf û bagerê rêya gundan hat girtin, ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêyên girtî bênavber dixebitin.

Rudaw
Top