• Tuesday, 02 July 2024
logo

Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Tirkiyê kir

Gulan Media January 19, 2021 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniya Tirkiyê kir
Serok Mesud Barzanî, îro Sêşemê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar kir.

Berpirsê Ofîsa Karên Derve yê Herema Kurdistanê Sefîn Dizeyî û Sererkenê Tirkiyê Yaşar Guler jî beşdarî hevdîtinê bûn.

Tê çaverêkirin, ku Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê di çarçoveya serdana xwe de bi Serokê Hikumeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re jî hevdîtinan pêk bîne.

Hulusî Akar piştî serdana Bexdayê û civînên li gel berpirsên Iraqê, duh êvarê bi serdanekê gihîştibû Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Pêşmerge ve hatibû pêşwazîkirin.

Rudaw
Top