• Tuesday, 02 July 2024
logo

Berpirsekî PDKê: Erebên hawirde bi qest rewşa Gulale aloz dikin

Gulan Media January 19, 2021 Nûçe
Berpirsekî PDKê: Erebên hawirde bi qest rewşa Gulale aloz dikin
Berpirsê PDKê li nahiya Gulale ya Xaneqînê dibêje, xirabiya rewşa ewlehiya deverê girêdayî eşîreka ereb e ji ber ku ew beşek ji DAIŞê ne.

Berpirsê PDKê li nahiya Gulale ya Xaneqînê, Awat Bemoyî ji BasNewsê re got, rewşa ewlehiya devera Gulale roj bi roj xirabtir dibe. Destê eşîreka ereb bi navê Kerewî di alozbûna rewşê de ye. Ew bi eşkere alîkariya DAIŞê dikin.

Awat Bemoyî her wiha got, beriya niha hêzeka polîs, ku hemû erebên eşîra Kerewî bûn, ji Gulale derbasî bajarê Baqûbe hatin kirin. Ew jî ji wê yekê aciz in û dixwazin dîsa vegerin Gulale. Ji ber wê jî bi qest rewşa Gulale aloz dikin da ku cardin vegerin Gulale.

Wî berpirsê PDKê da zanîn, ew alîkariya DAIŞê dikin û got, di nav çend rojên borî de terorîstên DAIŞê bi alîkariya wan du caran êrişî Gulale kirine. Ji xwe beşek ji çekdarên DAIŞê erebên Kerewî û dijminên kurdan in.

Basnews
Top