• Tuesday, 02 July 2024
logo

Rewşa parêzgehên şîe gelek kembaxe

Gulan Media January 19, 2021 Nûçe
Rewşa parêzgehên şîe gelek kembaxe
dibêje ti encameke civînan nabe.
Dibêje jiber gendeliyê rewşa wan parêzgehan kembaxe.

Kesayetiyê navdar yê Îraqê, Îzet Şabender ragihand ku jiber gendeliya heyî, rewşa parêzgehên şîe nişîn yên Îraqê gelek kembaxe, ti xizmegozarî di nava wan parêzgehan de tuneye.

Şabender behsa vê yekê kiriye ku hin kes û alî hewl bo vê yekê didin ku şerê şîe li dijî şîe çê bikin ku ew yek jî weke agireke di bin kayê de.

Şabender herwiha behsa civîna Serkirde û aliyên siyasî jî kiriye û gotiye: Rewş ewqas aloze ku ti aliyek nikare çareser bo kêşeyên heyî pêşkêş bike û tevahiya civînan jî bê encamin û ti fêdeyeke wan bo Îraqê tuneye.
Top