• Tuesday, 02 July 2024
logo

HRE: Berxwedana me dijî dagîrkeran berdewame

Gulan Media January 19, 2021 Nûçe
HRE: Berxwedana me dijî dagîrkeran berdewame
zêdetir ji 900 leşker û cîhadî hatine kuştin.
Dibêje me gelek leşker û cîhadî kuştine.

Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiye û komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve di roja 20 çileya 2018an , hêzek bi navê hêzên rizgariya Efrînê hate ava kirin.

Ew hêza han yaku bi HRE tê nasîn, bi berdewamî li dijî leşkerên Tirk û komên cîhadî li Efrîn û derdorê êrîşan pêk tine.

HRE îro bi daxuyaniyeke fermî û ji aliyê çapemeniya nêzî PYDê ve hatiye weşandin, diyar kiriye ku berxwedana wan ya li dijî dagîrkeran berdewame û ji destpêkê heta niha wan bi giştî zêdetir ji 900 leşkerên Tirk û çekdarên cîhadî li Efrîn û derdorê kuştine.
Top