• Tuesday, 02 July 2024
logo

Qaymeqamê Kifrî: Terorîstên Ala Spî dîsa aktîf bûne

Gulan Media January 18, 2021 Nûçe
Qaymeqamê Kifrî: Terorîstên Ala Spî dîsa aktîf bûne
Qaymeqamê bajarokê Kifrî yê Herêma Kurdistanê dibêje, terorîstên Ala Spî dîsa aktîf bûne û sûdê ji valahiya ewlehiyê ya navbera Germiyan û Xurmatû dibînin.

Qaymeqamê bajarokê Kifrî, Sîwan Şukir ji BasNewsê re got, terorîstên Ala Spî dîsa aktîf bûne û li ser rêka welatiyan bomb û mînan datînin.

Sîrwan Şukir her wiha got, ew terorîstên han sûdê ji valahiya ewlehiyê ya navbera devera Germiyan û bajarokê Xurmatû de dibînin.

Qaymeqamê Kifrî da zanîn, beriya niha deverên navbera nahiya Zînane û bajarokê Xurmatû, cihê terorîstên Ala Spî bû. Demek bû xuya nebûn lê ji sersalê ve dîsa derketine û herî dawî jî bombeka wan bi du şivanan de teqiya û her du jî hatin kuştin.

Teqîna ku qaymeqamê Kifrî behs kiriye, roja 12 vê mehê li nahiya Zînane qewimî. Di wê teqînê de şivanek hat kuştin û yek jî birîndar bû. Ewê birîndar jî duhî (17 vê mehê) canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên BasNewsê, grûpa terorîstî ya Ala Spî piştî rûdanên 16 Cotmeha 2017, ji aliyê Heşda Şeibî ve hat pêkanîn. Çalakiyên wan li derdora gundên Pelkane yê Xurmatû heta gundê Qurî Çay yê Kifrî dabûn zanîn. Ev demek dirêj bû deng ji wan nedihat lê wisa xuya dike dîsa aktîf bûne.

Ew terorîstên han heman paşmayên DAIŞê ne ku ji parêzgehên Mûsil, Enbar û Kerkûk û deverên derbasî wir bûne û li wir bicîh bûne.

Basnews
Top