• Tuesday, 02 July 2024
logo

Sûriye- 10 leşkerên rejimê hatin kuştin

Gulan Media January 18, 2021 Nûçe
Sûriye- 10 leşkerên rejimê hatin kuştin
Di operasyona rêya Dêrazor-Humisê de, 10 serbazên hikumeta Şamê û komên Lîwa El-Quds ên alîgirên wan bi mayinên çeteyên DAIŞê hatin kuştin.

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan (SOHR) belav kiriye duh sibehê komên Lîwa El-Quds û Feyleqa 5an ên alîgirên hikumeta Şamê li çolistana Sûriyê dest bi operasyoneke ewlehiyê ji bo ewlekirina rêya Dêrazor-Humisê kir. Operasyon piştî çalakbûna çeteyên DAIŞê ku gelek kemîn li ser rêyê pêk anîn, hate destpêkirin.Hemwextî wê yekê, balafirên şer ên Rûsyayê destek da operasyona ku ji Kebacib û El-Şola yên rojavayê Dêrazorê û heta El-Sexneyê ve hatiye destpêkirin.

Herwiha SOHRê ragihandiye ku di 24 saetên dawîn de 10 endamên hêzên hikumetê û komên alîgirên wan bi mayinên ku çeteyên DAIŞê li herêma El-Tîba ya girêdayî El-Sexne li rojhilatê Humisê çandine, hatine kuştin.

Basnews
Top