• Tuesday, 02 July 2024
logo

Lijneya yasayî ya Parlamentoya Iraqê: Parlamenter heye beşdarî yek civînê jî nebûye

Gulan Media January 18, 2021 Nûçe
Lijneya yasayî ya Parlamentoya Iraqê: Parlamenter heye beşdarî yek civînê jî nebûye
Endama lijneya yasayî li Parlamentoya Iraqê radigehîne ku parlamenter heye beşdarî yek civîneke parlamentoyê jî nebûye.

Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê endama lijneyê Behar Mehmûd ragehandiye, li gor peyrewa navxwe ya Parlamentoya Iraqê her endamek li 3 civînan li ser yek an jî 5 civînan qut qutî amade nebe divê li ser kursiya parlamentoyê bê dûr xistin û ji parlamenteriyê bê avêtin.

Behar Mehmûd ragehand, di vê dema parlamentoya Iraqê de parlamenter heye beşdarî yek civînê jî nebûye û serokatiya parlamentoyê jî ti helwêstek nîşan nedaye û ti tedbîrek li hember nehatiye girtin.

Wê endama lijneya yasayî daxwaz ji serokatiya parlamentoyê kir tedbîrên yasayî û destûrî li dijî wan parlamenteran bicîhbîne. Ji ber wan îspat kirine ne layîqî parlamenteriyê ne.

Basnews
Top