• Tuesday, 02 July 2024
logo

PDK û komela îslamî civiyan

Gulan Media January 18, 2021 Nûçe
PDK û komela îslamî civiyan
Li Silêmanî civîn hatiye lidarxistin.

Îro şanda partiya demokrata Kurdistanê di çarçoveya serdanên xwe yên bo cem part û aliyên siyasî yên Kurdistanê, serdana Silêmanî kir.

Yekem civîna şanda PDKê kêliyek beriya niha li gel berpirs û rayedarên Komela îslamiya Kurdistanê li Silêmanî destpê kir.

Biryare di civînê de rewşa navxweyî ya Kurdistanê, têkiliyên navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê û herwiha rewşa Îraqê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê werin nîqaşkirin.

Piştî bi dawî hatina civîna li gel Komela îslamî, vê şanda PDKê serdana partiya sosiyalîst jî bike.

Top