• Tuesday, 02 July 2024
logo

Li deriyê sînorî yê Serzêrê herî kêm 30 santîm berf bariye

Gulan Media January 18, 2021 Nûçe
Li deriyê sînorî yê Serzêrê herî kêm 30 santîm berf bariye
Li deriyê sînorî yê Serzêrê li parêzgeha Duhokê herî kêm 30 santîm berf bariye.

Ji şeva borî de li deverên sînorî yên Kurdistanê berf dibare û heta niha jî didome. Yek ji wan deveran, sînorê Serzêrê ye ku dikeve navbera parêzgeha Duhok û Bakûrê Kurdistanê.

Berdevkê rêveberiya deriyê Serzêrê, Sînwar Sadiq ji BasNewsê re got, ji şeva borî de li vê deverê berf dibare û heta niha zêdetirî 30 santîm berf bariye.

Şînwar Sadiq her wiha got, ji xwe ji destpêka belavbûna Koronayê ve heta niha sînor ji aliyê Tirkiyê ve hatiye girtin û hatinçûn tê de nayê kirin.

Deriyê sînorî yê Serzêrê deriyekî ne fermî ye di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistan-Iraqê de.

Basnews
Top