• Tuesday, 02 July 2024
logo

Diyaloga Kurdî Kurdî di meha Sibatê de destpê dike

Gulan Media January 18, 2021 Nûçe
Diyaloga Kurdî Kurdî di meha Sibatê de destpê dike
di meha sibatê de destpê dike.
Vê Amerîka nunerekî nû bo karûbarên Sûriyeyê diyar bike.

Peyvdara partiya yekîtiya demokratîk ( PYD) Sema Begdaş diyar kiriye ku prosesa diyaloga Kurdî – Kurdî yaku jiber hilbijartinên Amerîkayê hatibû rawestandin, vê di meha Sibatê de dîsa destpê bike.

Sema Begdaş diyar kiriye ku armanca wan ya serekî îtîfaqa Kurdî Kurdiye û bo vê yekê çi ji destê wan tê dikin û prosesa diyalogê bo gehêştin bi îtîfaqê, di meha Sibatê de dubare destpê dike.

Nav hatî diyar kiriye ku piştî dest bikar kirina Serokê nû yê Amerîkayê Jeo Biden, vê nunereke din ya taybetî bo karûbarên Sûriyeyê were diyarkirin û pişt re jî prosesa diyalogê vê destpê bike.

Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî jî balyozxaneya Amerîkayê belav kiribû ku Amerîka piştîvaniya porsesa diyaloga Kurdî Kurdî dike.

Top