Çekdarên ser bi Tirkiyê ve careke din av li ser Hesekê qut kirin
![Çekdarên ser bi Tirkiyê ve careke din av li ser Hesekê qut kirin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1610953329151-151.jpg )
Peyamnêrê me da zanîn, grûpên çekdar careke din rê nedan karmendên wîstegaha Elok derbasî wîsgehê bibin û kar li wê navendê hate rawestandin û ava vexwarê li ser nêzîkî milyon kesî hat birîn.
Jêdera ava Hesekê, navenda Elok e ya li gundewarê bajarê Serê Kaniyê ye. Piştî dagirkirina Serê Kaniyê di dawiya sala 2019an de, gelek car in kar li navendê ji aliyê artêşa Tirikyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ve tê rawestandin û di encamê de nêzî yek milyon kes li Hesekê û gundewarê wê bê av dimînin.
Pêştir Hevseroke Desteya Avê li Hesekê Nidal Mehmud ji K24ê re gotibû ku ew hewl didin projeyên nû yên avê amade bikin, lê kirîza avê mezin e loma karînên mezin pêwîst dikin.
K24