• Monday, 20 May 2024
logo

Berpirsekî Tirkiyê: Operasyona dijî PKKê bi hemahengiya li gel Iraqê bû

Berpirsekî Tirkiyê: Operasyona dijî PKKê bi hemahengiya li gel Iraqê bû
Li gor ajansa Reutersê, berpirsekî pilebilind ê Tirkiyê ragihand, "Operasyona dijî PKKê bi hemahengiya li gel Iraqê bû" û got, " Tirkiye plan dike hejmara binkeyên xwe yên serbazî li nav axa Başûrê Kurdistanê zêdetir bike."

Li ajansa Reutersê ku nûçeya spartiye berpirsekî pilebilind ê Tirkiyê, hikûmeta wî welatî piştî hevdîtinên li gel berpirsên Iraqî bi mebesta ‘xilasbûna ji hebûna PKKê ya li sînor û jinavbirina derfetên wê yên lojîstîk’ dest bi operasyonan kiriye.

Wî berpirsê hikûmeta Tirkiyê ji Reutersê re diyar kiriye ku ji bo ‘ew cihên ku operasyon lê tên kirin dîsa bi heman mebestê neyên bikaranîn’ plan heye ku binkeyên serbazî yên nû bên avakirin û gotiye, “Ji xwe zêdetirî 10 binkeyên serbazî yên demkî hene. Yên nû dê bên avakirin.”

Herwoiha wî berpirsê Tirkiyê diyar kiriye, ew dê li ser operasyonên xwe berdewam bin û “heta digihije armanca xwe dê berdewam be.”

Artêşa Tirkiyê şeva 15ê Hezîranê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê, li herêma Metîna ku dikeve nav sînorê Başûrê Kurdistanê êrişeke din a bi navê ‘Pençe-Kartal’ dabû destpêkirin û li gor hatiye belavkirin leşkerîn wî welatî derbasî Heftenînê bûne.

Rudaw
Top