• Tuesday, 23 July 2024
logo

Di 9 saliya xwe de bû dayik

Di 9 saliya xwe de bû dayik
Li Meksîkayê keça bi navê Dafne a 9 salî zarokek anî dinyayê. Hat îdiakirin ku bavê zarok reviyaye. Polîs dest bi lêkolînê kiriye û li gorî nêrînên polîsan Dafne rasta tecawizê hatiye.

Keça Meksîkayî a 9 salî pitikek anî dinyayê. Keça bi navê Dafne, li gorî ragihandina dayika wê, di 8 saliya xwe de ducanî maye û di 9 saliya xwe de jî zarok aniye dinyayê.

Piştî zayînê polîsên Meksîkayî dest bi lêkolînê kirine. Li gorî agahiyên ku polîsan dane, bavê 17 salî reviyaye. Polîs li ser tecawizê disekinin. Tê îdiakirin ku keça bi navê Dafne a ku 9 salî bûye dayik, rasta tecawizê hatiye.
Li gorî nûçeya rojnameya The Sun, tenduristiya dayika 9 salî û a zarokê wê baş e.

Avestakurd
Top