• Tuesday, 23 July 2024
logo

Pir Jinî Dibe Sedema Xwe Şewatandina Jinekî û Jiyana Xwe ji Dest Dide

Pir Jinî Dibe Sedema Xwe Şewatandina Jinekî û Jiyana Xwe ji Dest Dide
Duh berî nûvro, li bajarê Kelar jineke temen 33 salî kû xwediyê çar zarokane, ji ber kû mêrê wê jina dûyemîn aniye, xwe şewitand û ji ber zoriya rêjeya şewatê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.


Gotebêjê polînsên Germiyan Hesen Mihemed bo ajansa Peyamnêr ragihand: Ew jin daniştiya taxa Şehîdan bû li bajarê Kelar, îro danê sibehê, ji ber derdê mêrê xwe sûtemenî bi xwede kire û agir berda canê xwe, piştî bûyerê rakirine nexweşxaneyê belê ji ber giraniya rêjeya şewatê jiyana xwe ji dest da.

Hesen weha jî got: li gorî lêkolînê , sedema şewatê ew bû kû çûnkî mêrê wê jina dûyemîn aniye ser, bo wê xwe şewitandiye, bo vê mebestê mêrê wê hatiye giritn û lêkolîn di vê bûyerê de berdewame.

Jêderekî ji rêvebertiya dijatiya tûndûtîjiyê a li dijî jinan li Germiyan bo ajansa Peyamnêr ragihand: ew jin bi navê ``S. E. E`` û temenê wê 33 sale û xwediya çar zarokan bû.
Top