• Tuesday, 23 July 2024
logo

Aysel Tugluk: Piştî Konfransa Jinan Renge Platforma Jinên Rojhilata Navîn Bihê Avakirin

Aysel Tugluk: Piştî Konfransa Jinan Renge Platforma Jinên Rojhilata Navîn Bihê Avakirin
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk diyar kir, ku ew dê li Amedê Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn li dar bixin. Ji 20 welatan dê 250 delegeyên jin tevli konferansê bibin û ezmûnên (tecrûbeyên) xwe yên têkoşînê parve bikin.


Hevseroka KCD’ê û parlamentera Wanê Aysel Tugluk û Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, li Parka Sumerê li salona jinan civîneke çapemeniyê pêk anîn. Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk di axavtinekê de diyar kir, ku cara yekemîn dê li Amedê Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn bihê lidarxistin û ev konferans jî bi destên jinên kurd dihê çêkirin. Tugluk da zanîn, ku dê ji pitirî 20 welatan ve bi tevahî 250 delegeyên jin tevli konferansê bibin.

Konferansa Jinên Rojhilata Navîn dê di 31’ê Gulanê de dest pê bike û di 2’ê heyva 6 (Hezîranê) de biqede. Encamnameya konferansê dê bi çapemeniyê re bihê parvekirin.

Aysel Tuglukê destnîşan kir, ku ji çar perçeyên Kurdistanê dê jin di vê konferansê de amade bibin û dê têkoşîna jinên kurd bi jinên welatên din re jî bê parvekirin. Ger hemû jin bipejirînin dê piştî konferansê Platforma Hevpar a Jinên Rojhilata Navîn bihê avakirin.
Top