• Tuesday, 23 July 2024
logo

Li Dihokê bihayê gurçikekê 12 milyon Dînar e

Li Dihokê bihayê gurçikekê 12 milyon Dînar e
Her ku diçe hejmara nexweşên gurçikan li Dihokê zêdetir dibe û pê re jî bazara kirrîn û firotina gurçikan germtir dibe. Niha bihayê gurçikekê li Dihokê dora 12 milyon Dînar e. Ewên ku gurçikan difroşin Erebên Mûsil û navçeyên başûrê Iraqê ne, kiryar jî nexweşên kurd in.

Berî çar salan birayekî Dawid Omer rastî nexweşiya gurçikan hat û serdana gellek doktoran kir. Lê dermanê wî tenê guherandina gurçikên wî bû. Dawid li Dihokê geriya da ku kesek gurçika xwe bide yan bifroşe birayê wî, lê kes nedît. Dûre bi rêya biraderekî xwe bazirganekî kirrîn û firotina gurçikan li Bexdayê dibîne û gurçikekê bi 12 milyon Dînaran jê dikire. Gurçikbexs heta dema mehekê li mala Dawid tê xizmetkirin, heta piştî neştergeriyê bi tevahî baş bûye. Dawid got: “Min kifş kir ku bazirgan tenê 8 milyon Dînar dabûn gurçikbexş û 4 milyon Dînar ji xwe re biribûn.”

Ew kesê ku gurçika xwe firotiye birayê Dawid, gencekî ji Bexdayê ye û ji Dawid re gotiye ji ber denydariyê gurçika xwe firotiye. Dawid got: “Gava ew xort hêj li mala me bû, mêrekî ereb li derî da û doza deynê xwe ji wî xortê ereb dikir. Min deynê wî da ku 500 hezar dînar bûn. Bi rastî pirr bi wî dîmenî dilgiran bûm.”

16 gurçikbexs amade ne

Bazirganekî kirrîn û firotina gurçikan bi karê xwe serbilind e û li gor wî ew qenciyekê bi wan kesan dikin ku rastî nexweşiya gurçikan hatine: “Eger em vî karî nekin, wê nexweş çi bikin? Jixwe kes li Dihokê tine gurçika xwe bide wan, tew kes tine bi pereyan jî gurçika xwe bide wan.” Vî bazirganî eşkere kir ku niha 16 kesan navên xwe li ba wî tomar kirine û dixwazin gurçikên xwe bifiroşin: “Her dema ku kiryarekî me peyda bû, em bazarê pê re dikin û gurçikê difiroşinê.”

Li gor gotina wî bazirganî, komîteyek li navenda şûştina gurçikan li nexweşxaneya Dihokê serpereştiya wî kesî dikin ku gurçika xwe difroşe, ew kes li jêr çavdêriyê dibe heta neştergerî jê re tê kirin û gurçik jê tê wergirtin. Rêveberê navenda şûştina gurçikan li nexweşxaneya Dihokê Dr. Şakir Selîm Balindî diyar kir ku hin kes hene bazirganiyê bi gurçikan dikin û got: “Karê me wek doktor tenê neştergerî ye, ne bazirganî ye. Ji bo wan kesên ku gurçikên wan nexweş in û pêwist e gurçikên xwe biguherin, baştir e kesekî nêzîkî wan gurçika xwe bide wan.” Navborî got her kesek ku gurçika xwe bide, komîteyek pê re rûdine û pirsan jê dike, ka çima gurçika xwe difiroşe? Eger ti kêşeyeke wî nebû, em neştergeriyê jê re dikin û gurçika wî werdigirin.”

Dr. Şakir Selîm ku ji sala 2008ê ve dest bi çandina gurçikan li nexweşxaneya Dihokê kiriye, dibêje heta niha wan 360 gurçik ji bo kesên ku pêwîstiya wan bi çandina gurçikan hebû çandine, di sala 2012ê de jî 140 rewşên bi vî rengî hebûn: “Ew neştergerî ne tenê ji bo xelkê Dihokê bûn, 53 kes ji wan ji Bakurê Kurdistanê bûn û 3 jî ji Rojavayê Kurdistanê bûn. Her neştergeriyek hezar Dolar lê diçe.” Navborî eşkere kir ku carnan çandina gurçikan serkeftî nabe û gurçika çandî karê xwe bi awayekî baş nake û divê dîsa gurçik bê guherandin: “Heta niha 4 bûyerên bi vî rengî hebûn, ku bêguman ev jî bargiraniyeke mezin e ji bo kesûkarên kesê nexweş.”

Rudaw
Top