• Tuesday, 23 July 2024
logo

Silêmanî: 1500 bi nexweşiya şêrpenceyê ketine

Silêmanî: 1500 bi nexweşiya şêrpenceyê ketine
Li bajarê Silêmaniyê cara yekem beşa zaroka a bi nexweşiya şêrpenceyê ketine hatiye vekirin, birêveberiya fermangeha tendirustiya Silêmaniyê amaje bi wê yekê dike ku li ser erkê kompaniyekî xwemalî hatiye cîbicîkirin. Li gor amarekî nexweşxaneya Hîwa, 1500 zarok nexweşên şêrpenceyê ne.

Dr. Talib Tewfîq ji Xendanê re ragihand: Nexweşxaneya Hîwa li ser asta Êraqê û Herêma Kurdistanê di xizmet û hevkariya nexweşên şêrpenceyê de yekeme, bi awayekî hevkariya nexweşan bi bê beramber dike.

Birêveberê fermangeha tendirustiya Silêmaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku nexweşên weha hene rojane 3 ta 4 hezar dolar xerca bê beramber bo wan tê kirin çi di dayîna dermanan û pişkînînan dibe.

Xendan
Top