• Tuesday, 23 July 2024
logo

Hewlêr: Jinekê zarokek ji nexweşxaneyê revand

Hewlêr: Jinekê zarokek ji nexweşxaneyê revand
Piştî ku di roja 22/4 de dema jidayîkbûna zarokekî ji aliyê keseke nenas ve hate dizîn, îro 27/4 ew zarok hate dîtin û girtina ew kesa ku zarok revandiye hate ragihandin.

Cîgirê birêvebirê nexweşxaneya jidayîkbûna bajarê Hewlêrê Xunaw Ehmed ji Xendanê re ragihand ku: "Piştî windabûna zarokekî ku taze jidayîkbûyî ya keç di 22/4/2013`an li nexweşxaneya dayîkbûnê ya Hewlêrê. Hewlên me berdewambûn bo dîtina vê zarokê, ji bo vê jî aliyên peywendîdar wek nehêştina tawanê û polîs bi wî karî rabûn herî dawî îro ji mere ragihandin ku ew zarok hatiye dîtin."

Her li gorî zanyariyan li gel dîtina wê zarokê ew kesa jî hatiye girtin, ew jî di kamîrayên çavdêriyê ya nexweşxaneyê de derketiye ku jinekî (`eba) li ser bûye.

Birêvebirê nehêştina tawanê ya Hewlêrê Hêriş Ehmed Mihemed di vê barê de ji Xendanê re got: "Piştî revandina zarok, îro ew jina ku ew kare kiribû hate girtin û zarok bi selametî raestî xwediyên wan hatiye kirin."

Wê jêderê got: "Di nava lêkolîna li gel wê jinê de hatiye kirin derket ku ew jin çendîn car zarok ji ber çûye li gor gotina wê jî vê carê ji tirsa hevserê xwe piştî jiberçûna zarokekî din ew zarok diziye taku nnîşan bide ku ew zarok yê wê bi xwe ye."

Xendan
Top