• Tuesday, 23 July 2024
logo

Kişanak di Roja Zarokan de Peyamên Aşêtî û Demokrasiyê Dan

Kişanak di Roja Zarokan de Peyamên Aşêtî û Demokrasiyê Dan
Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak ji ber roja zarokan li Parlamentoya Turkiyeyê axivî û peyamên aşêtî û demokrasiyê dan. Kişanak, ji bo ku zarok bikaribin di nava aramiyê de bijîn xwest Komara Turkiyeyê bibe komarakê demokratîk.


Îro li Turkiyeyê 23’ê Nîsanê Cejna Netewehî ya Zarokan e. Hemû serokên partiyan îro li parlamentoyê ev roj pîroz kirin. Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak jî li Parlamentoya Turkiyeyê li ser aşêtî, demokrasî û mafên zarokan axivî. Kişanak, yasayê 1921’an ku di dema damezrandina Komara Turkiyeyê de hatiye nivîsandin bi bîr xist û got di vê demê de Kurd, Tirk, Laz û Çerkez hemû netew bi nasnameya xwe hatine parlamentoyê. Gultan Kişanak, destnîşan kir piştre yasayê 1924’an hatiye amadekirin û di wê yaseyê de hemû maf û daxwazên gelan hatiye înkarkirin.

Wekî din hevseroka BDP’ê da zanîn kû piştre Kurd ji bo ku mafên xwe bi dest bixin serî rakirine û wiha got: “Li Zîlanê, Dêrsimê û Agiriyê komkujî hatin kirin. Şêx Seîd, Seyîd Riza û gelek kes hatin darvekirin. Lê Kurdan dîsa jî mafên xwe xwestin. Divê êdî polîtîkayên înkarkirinê bi dawî bibin.”

Kişanak ji ber ku îro roja zarokan e bi bîr xist gelek zarokên Kurd hatine kuştin û navên wan zarokan yek bi yek rêz kirin. Kişanak, wiha berdewam kir: “Ceylan Onkol, Enes Ata, Ugur Kaymaz, Serhat Eser, Serhat Encu, Mazlum Akay û yên ku niha nikarim navên wan bibêjim. 600 zarok bi guleyên polîs û leşkaran û ji ber îhmalê hatine kuştin. Ji wan hin zarokan di dema lîstikê de pê li mayînan kirin, hin zarok ji aliyê polîs û leşkaran ve hatine kuştin. Ji emrê wan zêdetir gule berdane bedena wan. Divê ji ber wan kirinan em ji zarokan lêborîn bixwazin. Divê em êdî vê komarê ji bo zarokan bikin komareke demokratîk û aştiyê pêk bînin.”

Li gorî dîroka tirkan, Mistefa Kemal Ataturk xwestiye 23’ê Nîsanê weke roja zarokan bê pîrozkirin. Ji ber ku di 23’ê Nîsana 1920’an de Parlamentoya Turkiyeyê hatiye vekirin, ev roj ji wê demê ve li ser daxwaza Ataturk weke “Cejna Desthilatdariya Neteweyî û Zarokan” tê pîrozkirin.
Top