• Sunday, 19 May 2024
logo

Ciwanên Îlamê hebên ‘şadîbexş’ dixwin

Gulan Media February 14, 2013 Civakî
Ciwanên Îlamê hebên ‘şadîbexş’ dixwin
Bikaranîna hebên serxweşker û şadîbexş di nav ciwanên parêzgeha Îlam a rojhilatê Kurdistanê de zêde bûye. Derûnnasek jî “bêkarî, xemokî û bêhêvîtî” weke hoyên bikaranîna wan heban dibîne.

Îlam, piştî Kirmaşan û Urmiyeyê û Sine, çaremîn bajarê herî mezin ê rojhilatê Kurdistanê ye û pirraniya şêniyên wî kurd in, sala 2006an hejmara xelkê Îlamê gihişt 289 hezar kesan.

Rêveberê polîsên nehiştina madeyên serxweşker li Îlamê Mihemed Zemanî ragihand: “Ciwanan berê xwe dane celebekî heban ku ji wan re tê gotin hebên şadîbexş”, lê dide mendelê ku genc û ciwan bi wan heban ve hatibin girêdan û gîro bûbin: “Hinek kesên ku ji belavbûna wan heban qezenc dikin, van gotinan dibêjin.”

Derûnasê kurd Şeyda Emînî dibêje, ev demeke ew heb di nav ciwanên kurd de li rojhilatê Kurdistanê nemaze jî li parêzgeha Îlamê belav bûne: “Madeyên hişber di van heban de nînin, lê ciwanan bi xwe ve girêdide û ew nikarin dev jê berdin. Bêkarî û nebûna baweriya bi jiyanê motîvên sereke ne ku dihêlin ciwanên kurd wan heban bikar bînin.”

Bi dîtina derûnaê kurd Xelîl Kemer Begî, hinek hokarên din jî li pişt wê diyarokê hene: “Serkêşiya nûciwanan û bidest neketina madeyên hişber, nebûna pêdiviyên jiyaneke xweş û kar û mijûlî, kirine ku ciwan berê xwe bidin hebên şadîbexş.”

Li gor amara wezareta saxlemiya Îranê, ku di dawiya sala çûyî de hat weşandin, hejmara bikarhênerên madeyên hişber li Îranê gihiştiye 2 milyon û 200 hezar kesan, lê bi gotina derûnasan hejmara rastî ji vê zêdetir e, lê karbidestên Îranê hejmarên rastî belav nakin.

Li gor amaran, dora ji sedî 65ê zindaniyên Îranê bi awayekî pêwendiya wan bi madeyên hişber re heye. Bikarhêner salae 500 ton ji madeyên hişber bikar tînin.

Li gor lêkolînan, li Îlamê bêhtir kesên bêkar û nexwende gîroyên madeyên serxweşker in, nemaze yên di temenê 24-25 salî de. Xelîl Kemer Begî got: “Li Îlamê ji sedî 65ê kesên ku jinên xwe berdidin, madeyên hişber bikar tînin.”

Hebên şadîbexş, ku weke hebên `ecstasy` jî tên nasîn, li Îranê tên çêkirin û carna jî dibin sedemê mirina bikarhênerên wan. Bi gotina Şeyda Emînî, cara yekê ew heb li Almanya dihatin çêkirin û didan nexweşan.

Şeyda Emînî dibêje, ew heb zêdetir ji aliyê kesên xwedî derûniyeke nexweş tên bikaranîn, çiku bandora wan ji 2-6 demjimêran dimîne. Şeyda behsa bandora nerênî ya wan heban dike û dibêje: “Kesê ku heban dixwe kontrola mejiyê xwe ji dest dide, û dibe kesekî pasîv.”

Rudaw
Top