• Sunday, 19 May 2024
logo

Silêmanî: Kurek bavê hezkiriya xwe dikuje

Gulan Media February 9, 2013 Civakî
Silêmanî: Kurek bavê hezkiriya xwe dikuje
Bi egera arîşeyekî civakî, zilamekî teman 47 salî hate kuştin û piştî heft demjimêran ji rûdana kuştinê ew kujere hate girtin.

Berdevkê birêveberiya polîsê Silêmanî neqîb Serkewt Ehmed ji Xendanê re ragihand: "li roja çarşemê 6/2/2013`an li taxa Şêxan nêzîk li sentera Bolîng li Silêmaniyê welatiyek hate gulebaran kirin û piştî gîhandina nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide."

Ehmed got: "Piştî heft demjimêran ji encamdana rûdanê û bi hevkariya asayîşa Silêmaniyê û lêkolîna polîsê Ezmer me karî wî kujerî destgîrbikin."

Berdevkê birêveberiya polîsê Silêmaniyê got: "Ew kêşe civakî bû û kujer ji dayîkbûyê sala 1993`ê ye û zilamê hatiye kuştin jî ji dayîkbûyê 1966`an e."

Li gor zanyariyên Xendanê wî kurî çûye keça malê xwestiye lê bavê keçikê rêgir bûye û nexwestiye keça wî li gel wî kurî de hevjîniyê bike, ji ber vê yekê ew kur bi vî karî rabûye û di encamê de bavê keçkê kuştiye.

Xendan
Top