• Sunday, 19 May 2024
logo

Mela Remezan: Wênegirtin heram e û wênegir jî mel’un in

Gulan Media January 29, 2013 Civakî
Mela Remezan: Wênegirtin heram e û wênegir jî mel’un in
Melayekî Kurd, di dîmenekî vîdyoyî de ku li ser malpera Youtube û malperên taybetî yên Facebookê hatiye belavkirin, wênegirtinê heram dibîne û wênegiran jî wek mel’un bi nav dike. Serokê Komeleya Wênegirên Kurdistanê jî dibêje ku yek ji navên Xweda ‘’El-Misewir’’ e û Wezareta Ewqafê jî tekez dike ku hîç melayek nikare ji mînberên mizgeftan xelkê wek ‘’mel’un û kafir’’ bi nav bike.

Mela Remezan Şukir ku li qezaya Ranye ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê rûdine, di dîmenekî vîdyoyî de wênegirtinê bi hemû awayekî heram dibîne û wênegiran jî wek mel’un bi nav dike. Mela Remezan wiha dibêje: ‘’Bila hemû wênegir û wênekêş bizanin ku ew ji ber wî karî ketine ber na’letê.’’

Ji aliyê xwe Berdevkê Wezareta Ewqafê û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê Barzan Salih ji rojnameya Basê re tekez kir ku mafê hîç mamostayekî olî nîne ji mînberên mizgeftan xelkê wek ‘’kafir û mel’un’’ bi nav bikin û got: ‘’Li ser wan gotaran ew mamostayê olî hatiye cezakirin û bo demekê rê lê hatiye girtin daku di nimêjên înê de gotaran nede.’’

Derbarê mijarê de, Serokê Komeleya Wênegirên Kurdistanê Şêrzad Gerdî ji Basê re wiha axifî: ‘’Yek ji navên Xweda ‘’El-Misewir’’ e, êdî evna bi xwe hîç wateyekê bo herambûna wî karê ku em dikin nahêle. Herwiha em ayînperwer in û baweriya me bi ola Îslamê heye, lê em karê wênegiriyê jî heram nabînin. Mesela ku wî melayî em wek ‘mel’un’ bi nav kirine, asta têgehiştbûna xwe derxistiye û em naxwazin bi heman awayî bersiva wî bidin.’’

Wênegir Hêmin Ranyeyî jî tekez kir ku tesîra her wêneyekî karîger bi qasî 1000 wişeyî ye û wiha axifî: ‘’Em ji karê xwe şerm nakin û şanaziyê pê dikin, mela jî çi dibêjin bila bêjîn û bi axaftinên wiha yên bê wate asta xwe pêşan didin ka wezna wan çiqas e.’’

Bas
Top