• Sunday, 19 May 2024
logo

Sedî 14’ê mirinên parêzgeha Kurdistanê ji ber penceşêrê ye

Gulan Media January 27, 2013 Civakî
Sedî 14’ê mirinên parêzgeha Kurdistanê ji ber penceşêrê ye
Zanîngeha pijîjkî ya parêzgeha Sine (Kurdistan) ya rojhilatê Kurdistanê, encamên lêkolînekê eşkere kir ku sedî 14’ê mirinên li wê parêzgehê ji ber nexweşiya penceşêrê ye.

Li gor Ajansa Mehr a Îranî, cîgirê serokê zanîngeha zanistî ya parêzgeha Sine Ferzam Bîrdarpûr got: “Du sedemên serekî yên tûşbûna nexweşiya penceşêrê (kanser) hene. Ya yekemîn pîsbûna jîngehê (Av, toz, hewa û madeyên kîmyayî) û ya duyemîn jî kêm meşîn, xwarina xwarinên amade û dudiliya di nava xelkê de.”

Bi baweriya Ferzam, “Dema dûdilî û zextên derûnî di mirovan de zêde dike, di hucreyên laş de pirsgirêkan dirûst dike û ev jî dibe sedemê serhildana penceşêrê. Ji sêyan 1’ê kesên penceşêr digrin, ger zû pê bizanin, dikarin bên dermankirin.”

Li gor sîstema tomarkirinên penceşêrê yên sala borî li parêzgeha Sine, hezar û 277 kes tûşî penceşêrê bûne. Temenê piraniya wan navbera 55-64 saliyê de bûn.

Rudaw
Top