• Sunday, 19 May 2024
logo

Li Şengal`ê jinekê xwe şewitand

Gulan Media January 26, 2013 Civakî
Li Şengal`ê jinekê xwe şewitand
Li deverek ya li Bakurê Şengal`ê jinek temenê 20 salî ji ber arîşeyeke civakî agir berda canê xwe û di encam de cane xwe ji dest da.

Jinek temen 20 salî ku navê wê ne hatiye aşkere kirin li mala xwe ya li Komelgeha Bork ya ser bi bajaroka Sinon`ê ya li Bakurê Şengal`ê roja 21 Kanuna Duyemîn agir berda canê xwe û tevî hewlên vemirandina wê agirî ji aliyê kesûkarên wê ve lê di encam de jiyana xwe ji dest da.

Çavakaniyeke nêzî kesûkarên wê keçê bo malpera Warvîn ragihand ku, rewşa derûnî ya wê keçê asayî bû, û tu arîşeyek wê nebûye, lewra tevaya alî matmayî di dema bihîstina bûyera xweşewitandina wê keçê man.

Li gor daxuyaniya çavkaniyekê ji nivîsingeha rû bi rûbûna tundûtîjiyên li dijî jinan ya li bajaroka Şengal`ê lêkolîn derbarê bûyerê dest pê kiriye û heya niha nayê zanîn sedemê xweşewitandinê çi bû, lewra hîna tu kes ne hatiye desteserkirin.

Xendan
Top