Li Çewlikê li ser zevî şer derket: 2 kes hat kuştin
Li gorî nûçeya DÎHAyê, li gundê Ekînyolu yê Çewlikê navbera du malbatan de li ser zevî şer derket.
Li gorî nûçeyê, di encamê de kesên bi navê Turhan Gatkar (36) û Cîhat Gatkar (34) bi çeka nêçîrê hatin kuştin û kesên bi navê Taner Kuçukkaya (27), Serdal Erten (36) û Taner Erten (28) birîndar bûn.
Hat gotin birîna Serdal Erten giran e û niha li nexweşxaneya Çewlikê tê dermankirin.
Rudaw