• Tuesday, 23 July 2024
logo

Îsal 4 mêr bi destê jinên xwe hatine kuştin

Gulan Media December 22, 2012 Civakî
Îsal 4 mêr bi destê jinên xwe hatine kuştin
Serjimêriyên tundiyê wek çawa ji jinan re ne cihê dilxweşiyê ne, ji mêran re jî ne cihê kêfxweşiyê ne, ji ber ku ber bi zêdebûnê diçin. Li gor serjimêriya Yekîtiya Mêrên Kurdistanê, îsal heta niha 4 mêr bi destê jinên xwe hatine kuştin û 31 mêran jî xwe kuştine.

Wek çawa saziyên jinan şideta li hember jinan dişopînin û statîstîkan li ser wan amade dikin, serokê Yekîtiya Mêrên Kurdistanê, Burhan Elî Ferec, jî mijûlî komkirina bûyerên şideta jinan li hember mêran e. Li gor wê statîstîka li ber destê Burhan Elî Ferec, ji destpêka 2012ê heta 31.10.2012ê 123 bûyerên şideta ji aliyê jinên wan li hember mêran hatine tomarkirin, ji wan jî 4 mêr bi destê jinên xwe hatine kuştin û 31 mêran jî xwe kuştine. Burhan eşkere kir ku pirraniya şideta li hember mêran li parêzgeha Silêmaniyê tê kirin.

Serokê Yekîtiya Mêrên Kurdistanê behsa cureyên wan şidetan dike ku jin li hember mêran dikin, wek "şîdeta fîzîkî, qewitandina ji male, nemaze ya yextiyaran, zeftkirina zarokan û xiyaneta hevserî." Burhan Elî Ferec rojane wan dosyayan tomar dike ku pêwendiyê pê re dikin, yan berê xwe didin ofîsa wî li bajarê Silêmaniyê. Ew jî hewl dide wan çareser bike, lê dibêje "niha dora 500 dosye li ba me hene ku kêşeyên wan bi dawî nehatine."

Ferec wiha axivî: "21 mêrên ku ji aliyê jinên xwe ve hatine derxistin li hotel û motelên bajarê Silêmaniyê dimînin, em ji nêz ve çavdêriya wan dikin, bi hevkariya sermayedar û xêrxwazan em kirêya hotêlên wan didin û xwarin û cil û bergan jî ji wan re dikirin."

Berevajî saziyên jinan, ku çendîn ofîsên wan li bajar û bajarokên Kurdistanê hene, tekane saziya parastina mafên mêran tenê ofîseke wê li bajarê Silêmaniyê heye. Burhan dibêje: "Me çend caran ji serokayetiya hikûmetê û parlementoyê daxwaz kiriye ku butçeyekê ji me re dabîn bikin, daku em bikarin ofîsên xwe li bajarên din ên Kurdistanê vekin, lê heta niha me ti alîkarî wernegirtiye."

Navborî sedemên derketina şideta li hember mêran bi serxwebûna takekesan û pêşkeftina civakê û zêdebûna amûrên pêwendîdanînê û teknolojiya hevdem ve girêdide. Bi dîtina Burhan Elî Ferec, diyartirîn şideta jinan li hember mêran "şideta seksî ye". Burhan dibêje: "Sal bi sal şideta li dijî mêran zêdetir dibe, nemaze şideta seksî. Gellek mêrên ku pêwendî ligel me dikin, dibêjin jinên wan nahêlin ku ew seksê bi wan re bikin".

Burhan Elî Ferec vê yekê mîna "şideta seksî" bi nav dike û dibêje ev "sedemeke ji bo xiyaneta hevseriyê. Ev şideta herî mezin e ku di civaka kurdî de li dijî mêran tê kirin."

Rudaw
Top