• Tuesday, 23 July 2024
logo

Li hemberî destdirêjiya zayendî ya li dijî zarokan hevkariya global

Gulan Media December 7, 2012 Civakî
Li hemberî destdirêjiya zayendî ya li dijî zarokan hevkariya global
Yekîtiya Ewrûpayê (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) eşkere kirin ku li hemberî destdirêjiya zayendî ya li dijî zarokan hevkariyeke global pêk anîne.

Li gor BBC’yê di hevkariya ku li paytexta Beljîka Brukselê hat eşkerekirin de 48 welat beşdar bûn.

Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê (YE) di çarçoveya lêkolînên hatine kirin de diyar kir ku li ser înternetê bi kêmanî mîlyonekê dîmenên zarokan ên pornografîk hene û her sal 50 hezar dîmenên din li van dîmenan zêde dibin.

Rayedarên li Brûkselê jî didin zanîn ku li hemberî şebeke û rêxistinên pedofîlê bi dehan operasyon pêk hatine û di van operasyonan de bi dehan kes hatine binçavkirin, lê ji bo bergiriyên pêwîst hê pêdivî bi gelekî hewldanan hene.

Welatên ku ketine nav hevkariya têkoşîna li hemberî destdirêjiya li dijî zarokan, ji bo zarokên rastî destdirêjiya zayendî hatine bibînin û biparêzin, lêkolîna bûyeran û darizandina tawanbaran, di çarçoveya agahdarkirina raya giştî de ji bo zarokan aliyên înternetê yên neyînî û ji bo li ser înternetê xwegihandina kêmkirina pornoya zarokan dê hewlên xwe berfirehtir bikin.

Di vê hevkariya global de digel 27 welatên YE û DYA’yê, Awistralya, Zelanda Nû, Kamboçya, Tayland, Filîpîn, Japonya, Viyetnam, Koreya Başûr, Nîjerya, Swîsre, Tirkiye û Ûkrayna jî hene.

Yek ji berpirsa Komîsyona Karên Navxwe ya YE’yê Cecilia Malmstromê di vî warî de got: “Zarok li kuderê dijîn bila bijîn, parastina wan û tawanbar her li kuderê bin jî dadgehkirina wan berpirsyariya me ye. Yekane rêya vê yekê jî ew e ku bi pêwendiyên pît û zexmtir bi hev re bi çalakiyeke global bê tevgerîn.”

Her wiha Malmstromê diyar kir ku ji bo vê tifaq û hevkariya navneteweyî Rûsya jî hatiye vexwendin, lê hê ev vexwendin nepejirandiye.

Wezareta Derve ya DYA’yê li dijî şebeke û cerdên pedofîlê operasyonên herî mezin par li dar xistine, tenê li Amerîkayê 72 kes derxistine pêşberî dadgehê. Herwiha di asta cîhanê de jî bi tevahî 500 bertawan tên lêpirsîn.

Hat ragihandin ku di meha Çile ya 2013’an de dê di hundirê Europol a li Laheyê bi navê Navenda Tawanên Sîber ên Ewrûpayê beşeke nû bê avakirin û ev beşa tenê bala xwe bide ser destdirêjiya zayendî ya li dijî zarokan.

Rudaw
Top