• Tuesday, 23 July 2024
logo

Jin li parqa qedexe bi keda destan debara xwe dikin

Gulan Media December 2, 2012 Civakî
Jin li parqa qedexe bi keda destan debara xwe dikin
Li Parka Merwanî ya Şaredariya Yenîşehîrê ku navê wê ji aliyê Qeymeqamê Yenîşehîrê ve hate qedexekirin, jin bi pêşengeha ku ji berhem û hunerê destan amade dikin, debara xwe dikin. Civaknasa EPÎDEM'ê Azize Kaya, anî ziman ku ev kermesa 3 rojan e, lê ew hewl didin vê xebat û pêşengehê bikin kevneşopiyek.

Parka Merwanî ya Navenda Piştevaniya Derûnî û Perwerdehiyê (EPÎDEM) a girêdayî Şaredariya Yenîşehîrê, ji bo jinan di roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan de vekiribûn. Navê Parka Merwanî, ji aliyê Qeymeqamê Yenîşehîra Amedê ve ji bo tîpa "W" hatibû qedexekirin. Niha, jin berhem û hunerên xwe yên destan pêşkêş dikin û bi van berhemên xwe yên wekî kermesê pêşkêş dikin, debara xwe dikin. Parka Merwanî di nava şêniyên navçeyê de wekî "Parka Jinan" tê zanîn. Jinên ku li malê bi keda destan berhemên xwe kom dikin, tînin vê parkê.

'Hêz dide jinan'

Civaknasa EPÎDEM'ê Azîze Kaya, anî ziman ku ev kermes dê 3 rojan vekirî be. Kaya, da zanîn ku piştî xebatek 3 rojan meşandin û rastî eleqeyek erênî hatin, biryar dan ku vê xebatê domdar bikin û bikin wekî kevneşopiyek. Kaya, destnîşan kir ku dema wan ewil ev proje birine şaredariyê, rastî nêzikatiyek sar hatine, lê piştî ku li ser wate û girîngiya projeyê rawestiyane ev xebat dest pê kirine. Kaya destnîşan kir ku ev park û ev dezgeh hem di aliyê madî û hem jî di aliyê manevî de hêz dide jinan.

Rudaw
Top