• Tuesday, 23 July 2024
logo

Jinên kurd di temenê ciwan de xwe dikujin!

Gulan Media December 1, 2012 Civakî
Jinên kurd di temenê ciwan de xwe dikujin!
Tenê di nav 2 mehên dawî de û tenê li gor agahiyên fermî, li bakûrê Kurdistanê 9 jinên ciwan dawî li jiyana xwe anîne. Seroka VAKAD'ê Zozan Ozgokçe destnîşan kir ku jin li hemberî rista xwe ya civakê ji bo wan diyar kiriye serî radikin, lewma tên qetilkirin.

Di sala 1960'an de li Komara Domînîkê, 3 xwişkên paşnavê wan Mirabal bû, ji bo serdana hevserên xwe yên di girtîgehê de, bi rê ketin. Leşkerên rejîma faşîst a Trûjîllo, di vegerê de pêşî destdirêjiya seksî li van jinan kirin, piştre ew qetil kirin. Ji sala 1981'an û vir ve, ji bo bîranîna van jinan 25'ê mijdarê wekî 'Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li ser Jinan a Navnetewî' tê pejirandin. Îsal jî di 25'ê mijdarê de dê bi sedema vê rojê li gelek deverên cîhanê dê çalakî bên lidarxistin. Tundiya li hemberî janan her ku diçe zêde dibe û ev jî dibe sedem ku jin dawî li jiyana xwe bînin. Di demên dawî de ne tenê li başûr, li bakûrê Kurdistanê jî xwekuştinên jinan ên biguman in, her ku dice zêde dibe.

Di temenê biçûk de mirinê difikirin

Tenê di nav 2 mehên dawî de, cesedên 9 jinan hatin dîtin. Hat îdîakirin ku van jinan dawî li jiyana xwe anîne. Piraniya van jinan, li Wan û navçeyên wê, dû re jî li Sîlopiyê bûn. Yek ji van jinan, K. T. ya 16 salî bû. Ev jina ciwan, li Gundê Ortilî ya navça Bazîda Agiriyê, rûdinişt. Ji bo bêriyê çûbû navça Tercan a Erzînganê. Li dareke di baxçeyê mala xwe dardakirî hat dîtin. Jina bi nave Nerîman Bîçen, ji navça Midyada Mêrdînê bû. Nerîman a ku xwendekara pola 3'yemîn a Zanîngeha Dîlokê beşa Zanyariyê bû, li himama yurda zankoyê dardakirî hat dîtin. Hat îdîakirin ku di demên dawî de di aliyê derûnî de pir xirab bûye û 3 roj beriya bûyerê, ew birine derûnasekî.

Zewaca bi darê zorê

Dîsa li Taxa Ataturk a Navça Qosera Mêrdînê, jina bi nave Evîn Uygur a 18 salî, li mala xwe dardakirî hat dîtin. Xizmên wê gotin ku du roj beriya bûyerê, gustîla destgirtiyê kirine tiliya wê. Li Gundê Yanal a navça Elbaka Wanê, Xalîde Aydin a 32 salî jî, li mala xwe, dardakirî hat dîtin. Hat îdîakirin ku ev jina dayîka 2 zarokan bû, ketiye odeya xwe, derî li ser xwe kilît kiriye û xwe darda kiriye. Li Gundê Salika yê navça Farqîna Amedê jî jina bi nave P.S. ya 17 salî, li mala xwe dardakirî dîtin. Hat diyarkirin ku malbata wê xwestiye wê bi zilamek ku careke zewiciye re bi darê zorê bide zewicandin, P.S. vê yekê red kiriye. Li Gundê Taqyan a navça Silopiya Şirnexê jî jina 17 salî ya bi nave H.S. mirî hat dîtin. Hat îdîakirin ku H.S, bi debanceya bavê xwe dawî li jiyana xwe aniye. Li Gundê Kilvan a navça Çinara Amedê Ayşe Kocan a 18 salî, li mala xwe dardakirî hat dîtin. Li navça Umuran a Rûbaroka Şemzînanê jina 31 salî ya bi nave Nahîde Yuce, hate îdîakirin ku bi çeka birayê xwe yê cerdevan, 5 gule berî bedena xwe daye û miriye. Dîsa li gundê Çerx a Ercîşa Wanê, jina 56 salî ya bi nave Wesîle Polat, dardakirî dîtin. Hat diyarkirin ku hevserê wê her tim lê daye.

Bultena reş

Seroka Komeleya Jinan a Wanê Zozan Ozgokçe ev mijar ji bo Rûdawê şîrove kir. Ozgokçe da zanîn ku li gorî daneyên tora nûçeyan a serbixwe Bîanetê, tenê di 10 mehên destpêkê yên îsal de, 138 jin hatine kuştin, 108 jin jî rastî destdirêjiyê hatine. Ozgokçe destnîşan kir ku jin li hemberî rista xwe ya civakê ji bo wan diyar kiriye serî radikin, lewma tên qetilkirin. Ozgokçe wiha got: "Li Wanê tenê di nav 10 mehan de 4 jinan dawî li jiyana xwe anîne. Ji bo şermezarkirina qetilkirina jinan, em bultena xwe ya vê mehê, bi rengê reş diweşînin."

Rudaw
Top