• Tuesday, 23 July 2024
logo

Îsal kempîna dijberiya tundûtujiyê berê xwe daye gunda

Gulan Media November 29, 2012 Civakî
Îsal kempîna dijberiya tundûtujiyê berê xwe daye gunda
"Ji aşitiya malê berbi aşitiya civakê" bi vê sloganê heftiya dahatî wê kempîna dijberiya tundûtijiyê li Kurdistanê destpêbike. Lê jinek dibêje xelk bêzarbûye ji "mafê jinan û tundûtujiyê", amadekarên vê kempînê jî dibêjin "emê xwe ji vê hevokê biparêzin û emê li pey çareseriyan bigerin. "

Herêma Kurdistanê roja 25ê Mijdara 2012`an beşdarî kempîneke nîştîmanî dibe bo bîranîna Roja Diberiya Tundûtîjiya Dijî Jinan mil bi mile cîhanê û ev kempîn wê 16 rojan dombike.

Lêkolerek: Tundûtîjî himber 60 jinên kabanî tê kirin

Ev kempîn di demekê de tê destpêkirin ku rojane nûçeyên kuştin, şewitîn, destdirêjî û eşkencedana jinan tê meşandin. Li gor lêkolîneke Peymangeha Kurdistanê bo Pirsên Siyasê derketiye hole ku ji sedê 60`î jinên navmalê, ji sedî 23`î jinên fermangehên hikpmetê û ji sedê 32`î jinên berdayî yên Herêma Kurdistanê rastî tundûtîjiyê tên. Kempîna îsal wê bi serperiştiya Civata Xaniman be, herwiha ji bilî rêxistinan wê 7 wezaretên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî têde beşdar bin ku evin; Wezareta Hundir, Karûbarên Civakî, Xwandina Bilind, Tendirustî, Perwerde, Ewqaf û Rewşenbîrî.

Ev kempîn wê li hersê parêzgehên Kurdistanê birêvebiçe, çendîn çalakiyên hişyarkrinê û hunerî tên encamdayîn. Herwiha poster jî wê bi zimanên Kurdî û Erebî bên belavkirin.

Rêya wan berbi gundane

Endama Komîteya Amadekara vê kempînê, Emel Celal ku Endama Civata Bilinda Xanimane bo (Rûdaw) got îsal ji bilî senterên parêzgehan "wê bêtir girîngî bi qeza, navçe û gundan bê dayîn." Emelê got "rêjeyeke zêde ya poster, pirtûkên biçûk û yasayan hatine çapkirin, weke yasaya rewşa kesî, nehêlana tundûtîjiya malbatî, xirab bikaranîna amûrên mobîlê, ev tên belavkirin."

Rêveberiya Dûvçûna Tundûtîjiya Dijî Jinan li Hewlêrê çend grûp avakirine bo vê rojê û nêzîkî 6 hezar poster û pirtûkên biçûk diweşîne.

Rêvebirê Rêveberiya Dûvçûna Tundûtîjiya Dijî Jinan li Hewlêrê, Jîlemo Ebdilqadir dibêje "emê di semînar û çalakiyên xwe de hewl bidin bêtir yasayan şîrovebikin, jimarên telefonên buroyên xwe belavbikin, behsa mafên jin û mêran bikin, me hest kiriye ku bandoreke zêde ya van kempînan heye, xelk hişyarbûne."

1923 skalayan jinan hebûn

Salane kempîn didomin û skalayên jinan jî bêtir dibin. Hinek vê yekê girêdayî zêdebûna pirsgirêkên jinan û hinek jî bi hişyarbûna jinan dadinin. Li Herêma Kurdistanê di maweyê 8 mehên destpêka vê salêde, jinan 1833 skala qeydkirine (704 Hewlêr, 581 Silêmanî, 497 Duhok û 151 jî li Germiyan).

Şêwirmenda Wezîrê Xwandina Bilind, Dr. Bêrivan Xeylanî ku serperiştiya komîteya kempîna dijberiya tundûtîjiya dijî jinan dike li nava zanîngehan de, dibêje "li zanîngeh û saziyên girêdayî Wezareta Xwandina Bala, çalakiyên cûrbicûr tên encamdayîn bo hişyarkirina xwendekaran, weke semînar, workşop, hilawîstina poster, plakatan, nîşandana kurtefîlm û çalakiyên sporê û vekirina pîşangeha."

Li gor gotinên Emel Celal li navçeyên veqetyayî çalakiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê "bi rêya rêxistinên civaka sivîl pêktê" di heman demê de li Kerkûk 26 rêxistinên jinan û mafên mirovan kempîn çêkirine bi navê "ne bo kulturê destdirêjiyê" bo dijberîkirina tundûtîjiyiyê û bidestanîna mefên mirovan ragihand û dibêjin "emê çalakiyên xwe di van 16 rojan de bi giranî encam bidin û bîrxistokekê bidin Parlamenê Îraqê derbarê pirsgirêkên jinên Kerkûkê."

Rêvebirê Giştî yê Dûvçûna Tundûtîjiya Dijî Jinan li Wezareta Hundir, Kurdo Omer dibêje ewê rêjeyeke zêde ya pirtûk û yasayan li Herêma Kurdistanê biweşînin, lê "li navçeyên veqetyayî ti çalakiyên me nabin, ji ber ku karmendên me li wê navçeyên tunene."

"xelk bêzarbûye ji tundûtîjî û mafên jinan"

Beşeke jinan giringiyê nadin van çalakiyan û bi xirabkerê jiyana xwe binav dikin. Semîre Rehîm ku fermanbere û temenê wê 42 sale, dibêje "xelk ji drûşmên wan bêzarbûne. Kerba mêran ji peyva tundûtîjî û mafên jinan vedibe. Bi vê sêhweyê jî kes guhdariya wan nake, baştire ev dirav bo baştirkirina rewşa pîrejin, jinebî, nexweşxaneyên jidayikbûna zarok û tendirustiya jinên nexweş bên xerc kirin."

"tundûtîjiyê nabhîsin"

Endama Komîteya Amadekara Kempînê, Emel Celal dibêje di kempîna îsal de ew naxwazin xelk peyva "tundûtîjî" bibihîsin, lê ewê sedemên tundûtîjiyê behs bikin weke pêkanîna jiyana hevjîniya pêşdem û şûdana bi zorê "li şûna ku em bêjin evqas kes hatine kuştin, şewitîn. Emê bêjin emê çawa xwe ji van pirsgirêkan biparêzin, em dixwazin nirxê mirovan jêre vegerînin, loma emê çalakiyên xwe li ser bingeha hezkirinê avabikin. Îmro dibêjin desthilata mêran heye, vêca eger em mesela desthilata jinê derxin pêş, ev tê wateya ku me tiştek pêkneaniye."

Seroka Civata Bilind a Xaniman, Pexşan Zengene di axaftina xwe de bo (Rûdaw) behsa wê yekê kir ku ewê plana xwe ya stratejîk a nîştîmanî ku bo 5 salên dahatî danîne bo dijberiya tundûtîjiya dijî jinan, ewê bi vê kempînê destpêbikin. Ewê çavdêriya hemû aliyan bikin. Zengene got "îsal emê bêtir berê xwe bidin derveyî bajaran, bi taybetî gundan. Ev çend sal bûn em bêtir li bajaran bûn."

Rudaw
Top