• Tuesday, 07 May 2024
logo

Konferansa Avakirina Wekheviya Zayendî tê lidarxistin

Gulan Media September 19, 2012 Civakî
Konferansa Avakirina Wekheviya Zayendî tê lidarxistin
Jin li hemberî newekheviya zayendî xebateke nû li xebatên xwe dikin. Bi hevkariya Fîlmmor û beşdarên ji Swêdê, Konferansa Avakirina Wekheviya Zayendî tê lidarxistin.

Jin ji bo jiyaneke di nav wekheviya zayendî de, xebatên xwe bênavber didomînin. Fîlmmor, di 5 û 6'ê cotmehê de Konferansa Avakirina Wekheviya Zayendî li Zanîngeha Galatasarayê li dar dixe. Ji Fîlmmorê Melek Ozman der barê konferansê de ji Rûdawê re axivî. Ozmen destnîşan kir ku mirov her roj bi nûçeyên kuştina jinan re dijîn û wiha got: "Divê em li ser vê yekê rawestin. Me xwest em wekheviya jin û mêr bi muxatabên mijarê re nîqaş bikin." Ozman diyar kir ku li ti dereke cîhanê wekheviya jin û mêr bi tevahî rûneniştiye, lê di aliyê mafên jinan de Swêd hinekî ji Tirkiyê pêşdetir e. Ozman ev tişt gotin: "Li wir Wezareta Wekheviya Jin û Mêr heye, lê li welatê me tune. Li Tirkiyê divê gavên çawa bên avêtin, em ê li ser vana biaxivin. Em bawer dikin ku gav bên avêtin, ji kuştinên jinan bigre heta pirsgirêka îstihdamê (xwedî kar bûn) dê gelek pirsgirêk çareser bibin."
Tenê ji Swêdê beşdar tên

Ozman da zanîn ku saziyên wekî Mor Çati, KA.DER, beşeke ji Zanîngeha Galatasarayê bi navê MEDîAR di nav vê xebatê de ne û Konsolosiya Swêdê jî piştgirî dide. Ozman ragihand ku ji ber tecrube wê bên parvekirin, tenê ji Swêdê beşdar tên û ev agahî dan: "Ji Partiya Keskan Esabelle Dingizian, Înîsiyatîfa Femînîst, Dorîs Fîlm, şêwirmendek ji Wezareta Wekheviyê ya Swêdê û gelek beşdarên konferansê hene. Ev, tenê yek ji gavên di vê mijarê de hatiye avêtin e. Em jin û zilam wekhev jidayîk dibin, lê di şertên newekhev yên jiyanê de jin tên perçiqandin û keda wan tê xwarin. Mirov dikare vê wekheviyê ava bike. Mixabin hê em ê li ser vê mijarê biaxivin û bixebitin."

Divê daraz mafê jinê biparêze
Ozman Em ê encamên konferansê bikin pirtûk û li mixatabên wê belav bikin û ev tişt gotin: "Li Tirkiyê xala 10'emîn a Destûra Bingehîn guherî û li gorî vê xalê divê dewlet mafê jinê biparêze, lê mixabin nake. Divê em zêdetir zext bidin ser dewletê ku mafên jinê biparêze. Hemû rayedarên darazê ji kuştina jinê berpirsyar in."

Rudaw
Top