Komîteya Çavdêrî Kirina Mafên Jinan Bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê Civiya
Di civîna evro de behsa kemûkurtî û kemaniyên pergala dadwerî ya li Kurdistanê û herwiha doza Mamoste Xatû Sakar û meseleya dadgehî kirina vê doza han hate kirin û Serokê Hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, ez destxweşiya saziyên civaka medenî dikim û dengê xwe jî dixim cem dengê wan û bi mebesta pêk anîna dadwerî daxwaza dubare darizandina bavê Mamoste Xatû Sakar dikim.
Di berdewamiya vê civîna han de meseleya qanûna lêbûrîna giştî jî hate şîrovekirin û hate gotin ku, pejrandina vê qanûna han bûye sedema zêdebûna tundûtîjî li dijî jinan û lawaz bûna pergala dadwerî li Kurdistanê de.
Di berdewamiya vê civîna han de çendîn meseleyên din jî hatin nîqaşkirin û çendîn biryarên girîng jî hatin stendin ku, piraniya wan girêdayî bi mafên jinan û meseleya dadwerî û hilgirtina çekan û bandora vê ya li ser civakê bû.