• Tuesday, 07 May 2024
logo

Vexwarina zêde ya avê mirov ji nexweşiya şekir diparêze

Gulan Media September 11, 2012 Civakî
Vexwarina zêde ya avê mirov ji nexweşiya şekir diparêze
Guherîna vexwarinên xazî bi avê bi awayekî zêde metirsiya derketina nexweşiya şekir û nexweşiyên dil kêm dike.

Zanîngeha Harvard a emerîkî belgeyek pêşkêş kiriye ku tê de wê yekê ron dike çawa guherîna vexwarinên xazî ku şekir di wan de heye bi avê metirsiya qelewiyê û derketina nexweşiya şekir a cureyê duyemîn kêm dike.

Franck Hew li kolêja Harvard ji bo saxlemiya giştî ragihand: “Belgeyên ron û eşkere hene ku derdixin ger kesek rojane yan bi awayekî berdewam vexwarinên xazî vexwe ku şekir di wan de heye, dikeve ber metirsiya qelewî û derketina nexweşiya şekir û pişt re jî nexweşiyên dil.”

Herwiha diyar kir ku girîng e bikaranîna vexwarinên xazî bê kêmkirin û di şûna wan de av û çay û qehweya tal bên vexwarin, ku ev yek mirov ji metirsiya derketina nexweşiyan dûr dike.

Lêkoleran hoya zêdebûna rêjeya nexweşiyên şekir û qelewiyê heta cihekî ku bûye wek belayekê bi wê yekê vê girêdan ku tevger di jiyanê de kêm bûye û vexwarina zêde ya vexwarinên xazî zêdetir bûye.

Tenê li Emerîka zêdetirî 3 milyon nexweşên şekir hene, li Brîtaniya jî ger hejmara nexweşan wekî vêga berdewam bike êdî di sala 2030an de hejmara wan digihije 26 milyon kesan, di cîhanê de jî dora 250 milyon kesan gîroyê destê nexweşiya şekir in.

Rudaw
Top