• Tuesday, 07 May 2024
logo

Li Îranê pijîşkek Iraqî destdirêjiya 78 jinan kir

Gulan Media September 4, 2012 Civakî
Li Îranê pijîşkek Iraqî destdirêjiya 78 jinan kir
Pijîşkek Iraqî ku 10 sal beriya niha li paytext Tehrana Îranê destdirêjî li 78 jinan kiriye, piştî 10 salan îro derket pêşberî dadgehê.

Darizandina bijîşkê navê wî nehat hînbûn lê tê zanîn Iraqî ye, îro destpê kir. Tê diyarkirin ku pijîşkê diranan ê Iraqî, destdirêjî li 78 jinên li Tehranê kiriye. Ajansa Fars News a Îranê ragihand ku yekem danişîna pijîşk, piştî 10 salan îro destpê kiriye. Pijîşkê diranan ku li ofîsa xwe ya taybet kar dikir, kamerayên veşarî li ofîsa xwe bicih kiriye. Pijîşk her wiha piştî ku derziya tevizandina diran li jinan xistiye, jin ji ser hişê xwe çûne û destdirêjî li wan kiriye. Piştre dîmenên kamerayê nîşanî jinan daye û bi van dîmenan şantaj li wan kiriye.

Jinek bûyer aşkera kir

Ev pijîşk 10 sal berê diçe cem polîsan dibêje ku jinek ketiye diziya mala wî. Polîs jina navê wê nehat hînbûn binçav dikin. Jina tewanbar, dibêje ku ji bo dîmenên destdirêjiyê ji mala wî bigre çûye mala wî. Bi vî awayî aşkera dibe ku pijîşk li ofîsa xwe ecêb û sosretek wiha kiriye. Bi lêpirsînê ev bûyer derdikeve holê. Heta niha 58 jinan doz li vî bijîşkî vekirine. Serokê Desthilata Dadgerî xwest ku cezayê herî giran li vî pijîşkî bê birîn.

Rudaw
Top