Rêberê ruhanî yê Durzî li Sûriyê: Ti rêkeftineke me bi hikûmeta Şamê re nîne

Rêberê ruhanî yê Komelgeha Durzî li Sûriyê Şêx Hîkmet Elhîcrî, îro 13.03.2025, ragehand ku ti rêkeftinek û yekdengiyek li gel hikûmeta Şamê nîne.
Rêberê ruhî yê Durziyan di gotarekê de ku li mêvanxaneyekî de li bajarokê Kanasa (Dare Qenwat) a ser bi parêzgeha Suweyda pêşkêş kir, wek malpera Nors Pres belav kiriye, ragehandiye, “Hikûmeta Şamê tundreve û ji aliyê dadperweriya navneteweyî ve hatiye daxwaz kirin, em jî wek Sûriyeyîyan di vî warî de tu nermbûnekê qebûl nakin,” tekez jî kir ku hikûmeta hemû wateyekî peyvê ve tundreve.”
Hicrî roja Çarşemê bi şandeke çalakvanên siyasî û sivîl ên Suweydayê re li bajarokê roja çarşemê Elhîcrî li bajarokê Kanasa li gel şandekî çalekvanên siyasî û sivîl ên Suweydayê civiya, civîn bi amadebûna Parêzgarê Suweyda Mistefa El-Bekûr, bi rêkeftin û li hevtêgehiştinê bi dawî hat.
Rêberê ruhanî yê Durziyan di dirêjiya axaftinên xwe de got, “Em di qonaxên hebûn yan nebûnê denin, ew jî wek mezhebekî bo berjewendiyên xwe kar dikin.”
Herwaha got, “Armanca me dadperwerî yasaye li ser asta Navxweyî û navneteweyî, ev yek ji mafên me ye.”
Hicrî nîgeraniya xwe li ser dilsoziya Suweydayê ji hikûmeta Sûriyê re nîşan da û ew weke "firotina xwîn û rûmeta gelê xwe" wesif kir.
Parêzgeha Suweydayê ku dikeve başûrê rojhilatê Şamê, li gor amarên sala 2011ê zêdetir ji 370 hezar niştecihên wê hene ku ji sedî 90 ji wan ji pêkhateya Durzî ne.
Basnews