• Sunday, 16 March 2025
logo

Cîgirê Trump: Em dê pêkhateyan li Sûriyê biparêzin

Gulan Media March 15, 2025 Nûçe
Cîgirê Trump: Em dê pêkhateyan li Sûriyê biparêzin

 Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Fance got: “Em hêzên xwe li Sûriyê belav nakin, lê em ê pêkhateyên wî welatî biparêzin.”

Axaftina JD Fance di demekê de tê, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji meha Çileya borî ve xwe ji daxuyaniyên li ser rewşa Sûriyê dûr dixe.

JD Fance ji Fox News re got: “Em ê leşkeran li Sûriyê bicîh nekin, lê çi ji destê me bê, ji bo parastina pêkhateyan em ê bikin, bi rêya dîplomasî û aboriyê.”

Cîgirê Serokê Amerîkayê: “Pêdivî ye ku rêveberiya nû ya Amerîkayê zanibe ku ew bi kê re danûstandinê dike.”

Herwiha got: “Ew ser Amerîkayê ye ku garantiya parastina pêkhateyan bike, di nav wan de Xiristiyan û Druze jî.”

JD Fance got, Amerîka bi hevalbendên xwe re kar dike ku rêveberiya nû ya Sûriyê han bide, da ku Xiristiyan, Durzî û yên din biparêze.

 

Basnews

Top